Li ser me

Armanca me

Armanca me ya yekemîn

avakirina amûrek zagonî ye

Armanca me ya yekemîn avakirina amûrek zagonî ji bo karê koperatîfan e. Em dixwazin bi mirovan û koman din re tekilî bikin:
  • Eger li herema we koperatîfa tevgir tunebe, û hûn prensîpên FairCoopê jî tevlî bibin, hûn dikarin nasnameya me bikarbînin.
  • Bi Freedom Coop, penaber û mirov bê nasname li Ewropa giştî dikarin xwe xebat bidin, an jî di koman de karbikin, wisa li derve kontrola dewletê û bankê bimînin.
avakirina amûrek zagonî ye

Li gorî me

serkêşiya aborî ev e:

  • Hûn dikarin kirrînên komînal ku fatûre dixwazin, bi kêm VAT bikin, di asta heremî yan jî Ewropî de.
  • Em parastina zagonî û alîkarî ji bo xwe xebat didin, ji bo herkes li Ewropa, bi yan bê nasname, ku nikarin an jî naxwazin ji bo patron xebat bikin.
  • Pere ji qazanca xwe nede dewletê; ji xwe re yan jî ji tevgerên civakî re bide.
  • Em Faircoin ji bo endamî û ji bo tiştên din jî bikartînin. Wisa em ji koperatîfan destek didin û hêdî hêdî aboriya kapîtalîst jî dişkînin.
  • Tevlî bibe!
serkêşiya aborî ev e:

Em

banka aternatîf ji bo tam xweserî

ava dikin

banka aternatîf ji bo tam xweserî
Bi teknîk û xizmet ji saziyên din, û peywendî ji FairCoop jî, me paketek amûran ji bo xizmetên bankê amade kir, ji bo her mirov û her komê ye.
Di paket de ev heye:
  • Vekirina hesaba bankê ya pergala kapîtalîst (şandina pere, kart û hwd.) Veguhastina Faircoinê jî dibe.
  • Herwiha bi van hesaban, kes dikarin projeyên aborî îdare bikin, wek mînak, ji peydekeran re pere bişînin û ji mişteriyan pere bistînin. Wisa em sitargehek çêdikin ji bo tekiliyên navnetewî/Ewropî/heremî ku li derve gihiştina dewletê û pergala finansa kapîtalîst dimîne.
  • Herwiha bi van hesaban her kom dikare ji bo pêwîstiyên xwe kampanya komkirina pere amade bikin, bê kontrola dewletê.
  • Bername ji bo daketina pergalê bi her telefon yan komputer tên çêkirin.
  • Wallet a Faircoin û bernameyên din jî hene. Ew bingeha pergala alternatîf in.