Werin cem me :)

Endamî

Wek endamên FreedomCoopê hûn ji bo xebatê xwe yê xweser çarçoveya qanûnî ya FreedomCoopê bikartînin. Hûn –mirov yan kom– dikarin karê bîrokrasiya xwe bi dewletê re kêmbikin. Bi vê awayî hûn dikarin bes li ser tiştên girîng bifikirin: xebatê xwe û pêşketina projeyên xwe.
Ji bo tevlîkirina FreedomCoopê gava yekemîn qeydkirina xwe ser Open Collaborative Platform e, liwir agahdarî bişopînin. Eger cem we çarçoveya qanûnî ya FreedomCoopê pêwîst neke hûn jî dikarin bibin endamên OCPê (Open Collaborative Platform). Bi vê awayî hûn dîsa dikarin amûrên koperatîf bikarbînin û projeyên din jî beşbidin. Endamî ji bo van bifeyde ye:
  • Karkerên xweser / Projeyan bi giştî
  • Projeyên xweser yên aboriya komînal
  • Mirovan ku dixwazin di projeyên vekirî û koperatîf de karbikin
  • Penaberan û kes ku nikarin an naxwazin qebûla xebatê resmî bigirin

 

FreedomCoop ji endamên xwe re van dide:

  • Hemara tax-ID ya komînal ji bo kirrîn û çêkirina fatûreyan. Di şûna baca şexsî, fatûre bi VAT in ji ber ku hesaba komînal e, neşexsî ye.
  • Em ser karê bîrakrasiya we disekînin.
  • Ew rêbazek rehat, hêsan û zû ji bo destpêkirina xebata xweser yan bazirganî ye.
  • Amûrekî xizmetên bankê ji bo her mirov yan her komê ye.
  • Di tora çavkanî û amûran ‘ekosîstema FairCoop‘ de ye (wek FairMarketBazar, FairCoin etc.). Ev derfet dide, bi endamên din li hemû cîhanê re tekilî bikin. Ew jî dikarin alîkariya karê we bikin.
  • Bi kirrîna komînal di koperatîfê de berhem erzan dibin.

 

Girîng e: Berî ku hûn bibin endam, gerek hûn PPP ya me ji bo baş fehmkirina FreedomCoop çi ye û ji bo armancên we çima baş e.