Rêxistina me bi

Nodên Heremî

ye

Nodên Heremî (NH) meclisên heremî yên FreedomCoopê û FairCoopê. Ew ji vê Tora Ewropî parçeyeke gelek girîng e. Di Nodên Heremî de ne tenê bo xwe kardikin, ew jî ji FreedomCoopê giştî re agahî didin. Bi vî awayî NH dibin pêşgehek bila nod ji hev re girêbidin, hem di asta heremî de hem jî asta cîhanî de. NH ji endamên nû re alîkarî dikin. Ew jî xebatên bîrokratîk dikin ji bo bikarîneran li herema xwe. Ew dikarin civînên mehname bikin; ji endamên nû re şirovekirina sûdên endamiya saziya navnetewî çi ne; ew jî ji pirsên giştî re bersiv didin. Potensiyala van civîn heye ji bo pêşxistina aboriya heremî. Nodek heremî komîna xwe diparêze û xurt dike.

Belavkirina qîmetê endamî

Qîmet ku em ji endaman komdikin wisa tê belavkirin:

%60 di LN de dimîne, ew diçe:

  • Mezinbûna NH
  • Kişandina endamên nû, hem bazirganan, hem jî mişterî ku belkî FreedomCoopê yan amûrên aborî yên alternatîf wek FairCoin bala wan dikişînin
  • Pêşxitina projeyên civakî

Eger di heremek de Noda Heremî tunebe, qîmeta endaman di destê Meclisa Giştî ya FreedomCoopê dimîne. Dema komek amade ye, ew NHeke nû çêdikin, loma ew dibe berpirsiyar, û ew pere ji herema xwe bi xwe îdaredike.

%40 ji bo mesrefên natvnetewî ye:

  • Fon ji bo belavkirina FreedomCoopê bi asta Ewropî pêwîst e. Bi vî awayî her endam ji toreke navnetewî û meztir ya pisporan, berheman û xizmetan qazanc digire.
  • Mesrefên rêveberî jî hene, lê ne gelek e.