Pirs ku Pir tên Pirsin

PPP

1. Agahiya giştî

FreedomCoop çi ye?

FreedomCoop Koma Koperatîfa ya Ewropî ye ku ji endamên xwe re xizmet dide, wek mînak, hûn dikarin pê tiştan û xizmetan bikirrin û bifroşin, yan jî projeyên xwe îdare bikin. Pêwîst nake ku hûn di dewleta xwe de şirketeke resmî qeydbikin.

Agahî li ser FairCoinê kuderê heye?

Di FreedomCoop de em pereya elektronîka FairCoinê bikarbînin. Ew ji bo mesrefan û jî wek pereya normal ji bo kirrîn, fona karkeran û hwd. tê bikaranîn. Hûn dikarin Faircoinê yan jî pereyadewletî (wek Euro) bikarbînin. Eger em zêde Faircoinê bikarbînin, alternatîfa pergala fînans ê zû were. Eger hûn nû ne û kêm dizanin, hûn dikarin livir agahî bistînin: https://faircoin.world

2. Agahiya Endamî

Ez çawa bibim endamê?

Ji bo xwestina endamî, livir agahiya xwe bidin, ew malpera OCP (Open Collaborative Platform) ye. Bi wî aweyî em ê we wek berendam qeyd bikin, û em ê jî ji we re agahiya bixêrhatin bişînin. Dema hûn pereya endamî bidin hûn ê bibin endam.
Eger hûn dixwazin bibin xebatkarên xweser, gerek hûn jî projeya xwe li OCP qebûl bixwazin. Liwir komeke bixêrhatin heye, ew dikarin bi mijarên endamî û teknikî jî alîkarî bidim we. Bi vî aweyî hûn ê rihat bibin endaman.
Dema hûn pereya endamî bidin, em ê OCP ji bo we vekin. Eger bazirganiya we hebe û hûn fatûre çêbikin, gerek hûn jî baca sêmehî bidin.

Karkerê xweser çi ye?

Eger qanûna dewleta xwe bazirganiya we yan şirketa we qebûl nake, hûn dikarin bi FreedomCoopê di qanûnê de karbikin û fatûre jî çêbikin. Wek endam hûn dikarin ji hemû alavên FairCoopê (OCP ji bo îdarekirina projeyan, hesabên bankê û hwd.) sûd bigirin. Van endam gerek pereya endamî û baca sêmehî jî bidin. Zêde agahî viderê heye.

Ji bo karê min navnîşana resmî li dewleta min lazim e. FreedomCoop dikare alîkariya min bide?

Erê, FreedomCoop dikare alîkarî bide te, bi taybetî bi xebat ne fizîk wek xizmet yan ticaret online. Di her dewletê de xizmetên FreedomCoopê hinek cuda cuda ne.

En hewl didin, hêdî hêdî xebatê fizîk jî di her dewleta ewropî de resmî bikin. Ji bo vî, resmîkirina koperatîfa xwe di her dewletê de bi hejmara VAT, gava yekemîn e. Bi vî awayî em dikarin şirketên nû qebûl bikin.

Eger pêwîstiya bikaranîna FreedomCoopê lezgîn hebe, bi OCP ji me re gazî bike. Em ê, bi tora navnetewiya xwe, agahiya we lêkolîn bikin, û em ê ji we re bêjin kengî hûn dikarin bazirganiya xwe di FreedomCoopê de resmî bikin.

Em ne karkerên xweser in. Çima gerek em bibin endaman?

Ji bo we çend fêde hene:

  • Hûn dikarin OCP ji bo îdareya projeyên xwe û karê xwe bikarbînin. Kes ku ne endam in jî dikarin tevlî projeya we bibin. Agahî ser OCP bixwazin.
  • Hûn dikarin walleta FairCoinê di OCP de bikarbînin.
  • Hûn dikarin fatûre jî çêbikin.

Herî girîng e, em bi we re ekosîstemekî xweş bi bingeha pêwîstiyên mirovan avadikin.

Em êdî şirketa resmî ne. Fêdeya endamî heye?

Erê. Derve bernameyên OCP û walleta FairCoinê, xizmeta taybet ya qanûnî ji bo şirketên resmî cem me jî heye. Bi vî awayî hûn dikarin navbera şirketa xwe û FairCoop fatûre çêbikin, ji ber ku wek koperatîfa ewropî hêza me heye. Wisa baca we (pere ji bo dewlet) kêm bibe.

Bi karê we hem rewşa koperatîf û aboriya heremî yê pêşbikevin. Ji bo zêde agahî ji me re pirs bike.

Eger projeya me li derve Ewropa ye, fêdeya endamî ji bo me çi ye?

FreedomCoop jî dikare ji kes li derve Ewropa re alîkarî bikin. Yek, ji bo karê serxet (online) –yan bê berhema fizîk– hûn dikarin pêvjoya resmî ya FreedomCoopê ji bo fatûrê bikarbînin, wek hûn di Ewropa de bûn. Didu, hûn dikarin berhema xwe li Ewropa bifiroşin; bi FreedomCoopê tekiliya we bi mişteriyên ewropî baştir dibe. Wekî din, sedema endamî wek endamiya normal jî hene.

Ez karkera wxeser im. Baca sêmehî ya min ciqas e?

Baca we li gorî qezenca xwe tê hejmartin (yanî, dahat kêm mesref e).
Ev mînak ji bo mirovek e:

2000€ / dahata sêmehî
-800€ / mesrefa sçmehî
=1200€ qezenca sêmehî –> 70€ (58.3 FairCoin) / baca sêmehî ye

Ji bo komeke 3 mirovan (her 3 endamên FreedomCoopê ne), qezenca wan a tevahî 3000 € ye:

mirovê 1: 1200€ qezenca sêmehî be –> 70€ (58.3 FairCoin) / baca sêmehî ye
mirovê 2: 1200€ qezenca sêmehî be –>70€ (58.3 FairCoin) / baca sêmehî ye
mirovê 3: 600€ qezenca sêmehî be –> 30€ (25 FairCoin) / baca sêmehî ye
= 3000€ –> 170€ (141.6 FairCoin) / baca sêmehî ya komê ye

Zêde agahî di rûpela kargerrî de heye.

Endamê OCP çi ye?

Hûn dikarin bê endamiya FreedomCoopê, OCP ji bo îdareya projeyên xwe bikarbînin. Van endam gerek carek pereya endamî bidin lê baca sêmehî nadin.

Beşdara projeyê çi ye?

Beşdara projeyê ne endam e lê ew dîsa dikarin OCP ji bo karkirina projeyeke endamên FreedomCoopê bikarbînin. Rêvebera proje dikare ji projeya xwe re beşdarên projeyê zêde bike. Beşdarên projeyê pere nadin.

3. Amûr û çavkaniyên FreedomCoopê

OCP çi ye?

Open Collaborative Platform pergala xebitandinê ji bo torên aborî ye. Hemû endam dikarin pê projeyên xwe û karê komînala serxet a xwe behsbikin, rêxistin bikin û nirxandin bikin.
FreedomCoop bi xwe jî projeya OCP ye. Em jî OCP ji bo îdarekirina pêvajoya endamî, dahat û pereya bacê bikarbînin. OCP bernameya pir pêşketî ye, ji bo koperatîfa vekirî tam baş e.
Bi OCP bikaranîna FairCoinê ji bo belavkirina karkeran di FreedomCoopê de hêsan dibe. Di rûpela amûran de zêde agahî heye.

Hesaba bankê gel min nîne. FreedomCoop dikare ji bo min yek çêbike?

Endamên karkerên xweser (mînak mirov yan kom ku bi FreedomCoopê xebat bi yan bê fatûre dikin), dema projeya wan ya karê xweser qebûl bû, dikarin hesaba bankê ji bo şandin û standina pere bixwazin.

Bi FreedomCoopê ewlehiya civakî yan sîgorteya tenduristiyê heye?

FreedomCoop ewlehiya civakî yan sîgorteya tenduristiyê normal nade ji ber ku em normal de li derve dewletê ne. Lê em dikarin we resmî bikin, wisa hûn dikarin wan bixwazin. Hûn dikarin biryar bikin eger hûn ewlehî dixwazin an ne, li gorî pêwîstiya we ye. Li her dewlet rewşa sîgorteya tenduristiyê cuda ye.

Di pêşerojê de em ê xizmetên wisa jî bidin endamên me, înşala.

4. Armancên siyasî

FreedomCoop bi nêrina FairCoopê li ser şoreşa giştî û pergala aborî ya nû çawa dikare alîkarî bike?

FreedomCoop encama tecrubeya bikaranîna amûran Koperatîfa Giştî ya Catalunya (CIC) ye. Ew amûr ji bo karkerên xweser in, ew ji 2010 tên bikaranîn. Em wan li dijî dewletê bikarbînin, bi vê stratejî em hêdî hêdî pere komdikin ji bo avakirina xweseriya CICê.
Bi FreedomCoop vê stratejî mezin bû, niha ew di asta Ewropî de kardike. Em çavkaniyên dewletê û kapitalîzme rizgar dikin, bila ew ji bo pêvajoyên xweserî bi asta heremî û cîhanî bên bikaranîn.
Herwiha, karê FairCoopê yê avakirina pergala aboriya nû jor dikeve.
Ji bo avakirina jiyana komînal em dixwazin projeyên koperatîf di asta heremî û cîhanî de pêşbixin, û hevkarî bi hevdu re hêsan bikin.

Serkêşiya aborî çi ye?

Wek serkêş em biryar didin, alîkarî nedin dewletên kapîtalîst ji ber ku ew ne adil in. Li şûna wê em bo avakirina alternatîfan kardikin. Loma dema derfet heye em di qanûnê de bacê nadin dewletê: em didin projeyên civakî, ev pere bê navbêjiya hikumetê tê bikaranîn.

Xetera qanûnî heye?

Em alternatîfan pergala kapîtalîst avadikin. Ev pergal xwe diparêze, loma hinek rîsk heye. Guhertina civakî bê xeter nîne. Bi hêzdarkirina komînalê, torên piştgirî, parvekirina zaniyê û bi taybetî bi alîkariya kesên tevgera me, em xwe baş diparêzin. Ev parastin têr dike.
Herwiha gelek caran kes êdî xeter digirin ji ber ew di aboriya neresmî de kardikin (mînak: fatûre çênakin, xebat bê peyman dikin, nasnameya wan nîne yan jî beşdarên tevgerên serkêşî yên din in). Bi bikaranîna FreedomCoopê, bi taybetî ji bo rewşa qanûnî nebaş, xeter kêm dibe, ji ber ku komîn heye ku ji bo resmîkirina we alîkarî dide.