Xizmetên bankê alternatîf

ya FreedomCoopê

FreedomCoop pergala bankê ya alternatîf ji endamên koperatîfê re dide. Taybetmendiyên wê yên serî ev in: walletek FairCoinê elektronîk û hesabek bankê elektronîk, bi alîkariya hevpara me ya banka alternatîf. Ev encamekî girîng ji bo azadiya fînansî ya beşdarên FreedomCoopê, ji ber ku her kom (resmî ya ne) dikare wan bikarbîne. Mirov bi pirsgirekên qanûnî di dewletê xwe de jî dikarin wan bikarbînin.

1 – Walleta FairCoinê elektronîk

Bi FreedomCoop navnîşana elektronîk ji bo her endamek heye, ew dikare ji bo şandin û standina pere bê bikaranîn (mînak, di FairMarket û Bazar de kirrîn) an jî ji bo bi ewlehî embarkirina FairCoinê. Komputer an telefon nelazim e.

Ev walleta FairCoinê elektronîk li getfaircoin.net tê barkirin, û di pêşerojê de FairCoop ê aliyên nû jî veke ji bo barkirina Faircoinê. Projeyên komînal dikarin ji her endamê xe re walletek bidin û wisa qazanca xwe ji wan re belavbikin. Walleta FairCoinê bi OCP re kardike. Zêdetir agahî li ser FairCoin livir heye: FairCoin.

2 – Hesaba banka elektronîk (Virtual Bank Account)

a) Hesaba banka elektronîk (VBA) çi ye?

VBA hesabek bi yek hejmara IBAN ji bo gelek kesan e. Ji bo standina pere, dema ku hûn tevlî bibin em ê kodek bidin we ku wek “subject” tê bikaranîn. Hejmara IBAN ji bo hemû endamên FreedomCoopê yek e. Hûn bi nav û şifreya xwe dakevin VBA ya xwe, û dikarin pere bişînin, wek “SEPA transfers”, an jî ji endamên din re pir zû pere bişînin. Li gorî qanûnê hesab di destê koperatîfa bankê ku bi FreedomCoop re kardike de ye. Bi vî aweyî hikûmet nikare hesaba we bigire eger rewşe we li welatê xwe nebaş e.

b) Çawa vekirina VBA

Pêwîst e hûn endamên FreedomCoopê bibin. Hûn dikarin livir FreedomCoopê tevlî bibin. Piştre hûn dikarin, bi malpera OCP, VBA ya belaş bixwazin.

3 – Şert û merc. Pêwîst e ku ji van mercan herî kêm yek rast be:

  • Hûn encam xwe xebatkar û çalak in.
  • Hûn ji bo 6 mehan herî kêm €300 barbikin.
  • Ji pereya xwe herî kêm 10% bikin FairCoinê. Şandina herî biçûk mehek 200 FairCoin e.

c) Mînak ji bo bikaranîna VBA. Ev amûra bankê ya alternatîf wisa tê bikaranîn:

  • Ji pergala dewletî (şandina bankê, karta kredit/debit, hwd.) pere bistînin û jî direk bişînin navnîşana FairCoina xwe.
  • Projeyên aborî bi xweserî îdare bikin, bi hesaba banka xwe, wek mînak, ji bo şandin û standina pereya bazirganiya xwe, wisa em bi hev re peywendiya navnetewî/Ewropî/heremî avadikin ku li derve kontrola pergala fînansa dewletî dibe.
  • Her kom li derve sîstema dewletê dikare kampanya komkirina pere amadebikin.
  • Hûn dikarin pereya xwe belaş bikin FairCoinê. Ev bi walleta elektronîk ya FairCoin tê çêkirin.
  • Ji endamên din re belaş û zû FairCoin bişînin.
  • Ji hesaba bankê ya din re pere bişînin.
  • Ji virtual debit card re bişînin (bi alîkariya şirketeke din e).
  • Di 10K ATM de pereya fizîkî bistînin.
  • Pereya xwe bike Bitcoinê.

d)  Hûn bi VBA çi NIkarin bikin

  • Niha ATM tenê li Ispanya û Polonya kardikin.
  • Ji bo standina pere pêwîst e ew ku pere dişîne di concept of the transfer de navê we rast binivîse (gerek hûn xwe misoger bikin).
  • Çend nod di tora Nodên Heremî ya FairCoop de pereya fizîk nadin.
  • Giredaya karta kredit/debit ji hesaba bankê re nabe.